Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hatibû komkujkirin ji dosyeyê vekisiya
PeyamaKurd – Parêzer Abdurrahman Karabulutê dosyeya malbata Dedeogullari ya 7 endamên wê navçeya Meram a Konyayê hatibûn komkujkirin ji dosyeyê vekişîna xwe ragihand.
Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, tevî hemû hewldanan jî min nekariya pêşiya wê komkujiyê bigirim û min pêwîst dît ku ji dosyeyê îstifa bikim.
Parêzer Karabulut, derbarê vekişîna xwe ya ji dosyeyê de ti hurgiliyên wekî gef lê hatibin xwarin nedan û got, wê parêzerên herî baş ên li Tirkiyê di danişîna 14ê Kanûnê de dozê bişopînin.
7 endamên malbata Kurd a Dedeogullari li mala xwe ya navçeya Meramê 30yê Tîrmeha 2021ê ji aliyê kesekî bi navê Mehmet Altun ve hatibûn qetilkirin ku berê jî ji bo terka Konyayê bidin nijadperestên Tirk ên cîranên wan gef li wan xwaribûn û hatibûn birîndarkirin.
Gördüğüm lüzum üzerine Konya'daki katliam dosyasından istifa ediyorum.
— Av.Abdurrahman Karabulut (@avkrblt) December 9, 2021
Bu saate kadar elimden gelen gayreti göstermeye çalıştım ancak 7 canımızın katledilmesine engel olamadım.
14 Aralık'ta yapılacak ilk duruşmayı Türkiye'nin en nitelikli avukatları davayı yürüteceğinden eminim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin