Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hatibû qetilkirin wê belgeyan eskere bike

02 August 2021 15:59 0 dîtin
Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hatibû qetilkirin wê belgeyan eskere bike

PeyamaKurd - Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê di êrîşeke nijadperestî de hatibûn qetilkirin Abdurrahman Karabulut, li ser dîmenên vîdeoyî yên komkujiyê ku medya tirk belav kirine got ku ji 45 xûlekên videoyê tenê xûlekek hatiye hilbijartin û dixwazin nîşan bidin ku qatil ji bo xweparastinê bike êrîşî wan kiriye.

Parêzerê malbatê diyar kir ku ew dê sibe belgeyên derbarê êrîşê de jî ji raya giştî re belav bike.

Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, tevî ku wan daxwaz jî kir lê dozger dîmenên qeydkirî yên êrîşa li ser malbata Kurd nedaye wan, lê piştre ew dîmen li kanala televîzyonî ya AHaberê hatine weşandin.

Karabulut da zanîn, “Me ji dozger qeyda kamerayê xwest, lê wan neda. Du demjimêr şûnde, qeyd li ser AHaber hat weşandin. AHaber ji videoya 45 xûlekî, beşeke yek xûlekî weşand û hewl dide ku têgihîştinekê çêbike ku kujer ji bo xwe biparêze teqe kiriye.”

Abdurrahman Karabulut got ku ew dê sibê hemû belgeyan belav bike.

30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram a bajarê Konya yê Tirkiyê, nijadperestên Tirk êrîşî malbateke Kurd kirin û di êrîşê de 7 endamên malbatê hatibûn qetilkirin.