Parlamena Kurdistanê ji bo wergirtina projeyasayan mehek diyar kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê 1ê Îlonê dest bi heyama nû ya xebatê dike, ji bo wergirtina projeyasa û pêşniyaran mehek diyar kir ku parlamenter dikarin di wê maweyê de projeyasa û pêşniyarên xwe pêşkeş bikin.
Endama lijneya karûbarên yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ji destpêka meha Îlonê ve dema payîzê ya destpêkirina rûniştinan destpê dike li gor madeya 7 di salekê de du demên û Parlamentoya Kurdistanê yên pêkanîna civînan hene.
Sara Dilşand got, heyama destbikarbûna dema payîzê ya Parlamentoya Kurdistanê roja 01.09.2020 dest pê dike û parlamenter dikarin heta mehekê pêşniyar û projeyasayan pêşkeş bikin.
Sara Dilşad diyar kir, bi destpêkirina civînên parlamentoyê re ew dê hewl bidin xwendina çend projeyasayên din bikin û deng li ser bidin ku dema borî ango biharê hatibûn pêşniyarkirin û xwendina wan a yekem temam bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin