Parlamentarê AKPê: Pêdiviya me bi HDPê heye, divê dîyalog bê zêdekirin!  

06 November 2022 15:05 0 dîtin
Parlamentarê AKPê: Pêdiviya me bi HDPê heye, divê dîyalog bê zêdekirin!  

PeyamaKurd – Parlamentarê Partiya Dad û Geşepêdanê li Tirkiyê (AKP) yê bajarê Rihayê Mehmet Alî Cevherî di bernameyeke televizyonê de, li ser serdana şanda AKPê ya bo HDPê nirxandin kir.

Parlamentarê AKPê Mehmet Alî Cevherî got ku hevdîtinên wan ligel HDPê jixwe hene û diyar kir, divê dîyalog bên zêdekirin.

Cevherî herwiha li ser mijara projeyasaya guhertina destûrê ya bo laçikê ku şanda AKPê ji bo piştgiriya parlamenê serdana HDPê kiribû wiha axivî:

“Du madeyên guhertina destûrê hene. Yek jê mijara laçikê ye, ji bo pêkanîna azadiyê ye hem ji bo yên li xwe dikin hem jî yên nakin. Pêşniyara din a guhertina destûrê jî li ser yekîtiya malbatê ye. Û li wir HDP (parlamento) jî heye, dengên wê hene û pêvdiya me bi piştevaniya wan hene. Ji xwe wan jî gotibû, em piştgiriyê didin serbestkirina laçikê.”