Parlamentarê HDPê: Heger Erdogan ber me ve gav bavêje, em amade ne…
PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Erol Katircîoglu ragihand, heger Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan gavên erênî ber wan ve bavêje, HDP amade ye bi AKPê re li hev bike.
Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu ji rojnameyeke Tirk re axivîye û gotiye, li gor hin agahiyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden di Lûtkeya NATOyê de ji Erdogan re gotiye, heger bo demokrasiyê gav bavêje ew amade ne piştgiriyê bidin.
Katircîoglu dibêje, heger AKP careke din dest bi proseya çareseriyê bike, HDP jî amade ye bi AKPê lihev bike.
Katircîoglu her weha got, êrişa li Îzmîrê, bo HDP peyamek girîng e, lê di heman demê de bo AK Partî jî hişyarî ye ku careke din berê xwe nede çareseriyeke demokratîk.
Katircioglu diyar dike, hevpeymaniya Erdogan bi dewleta kûr re gihîştiye qonaxa dawî, yan wê temamî berê welat bidin dîktatorîyê yan jî îhtimal heye Erdogan careke din berê xwe bide demokrasîyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin