Parlamenterê berê yê AKPê Burhan Kuzu ji ber nexwesiya koronayê mir

01 November 2020 11:25 0 dîtin
Parlamenterê berê yê AKPê Burhan Kuzu ji ber nexwesiya koronayê mir

PeyamaKurd – Hiqûqnasê makezagonê yê AKPê Burhan Kuzu ku 3 heyaman parlamenterî kiribû, ji ber nexweşiya vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Kuzu zêdetirî du hefteyan bû, li nexweşxaneyeke taybet tedawî dibû.

Li gorî ragihandina nexweşxanê, Burhan Kuzu li demjimêr 00:04ê sibeha îro Yekşemê ji ber giranbûna rewşa tenduristiya wî jiyana xwe ji dest daye.

Burhan Kuzu, di heyamên 22, 23 û 24an ên parlamentoya Tirkiyê de, ji lîsteya AKPê bûbû parlamenter.