Partiya Çep a Kesk: Deriyê me ji hikûmetê re ji bo danûstandinan vekirî ye
PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ya Amedê Mehmet Kamaç, derbarê ku ew ê di hilbijartinên herêmî de bi CHPê re tifaqê bikin yan na jî got, "Niha daxwaza gel û ya li ser maseya me ew e ku li hemû parêzgehan bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Lê eger di dema hilbijartinê de rewş çêbibin, em ê jî binirxînin. Ji ber vê yekê em niha nikarin tiştekî zelal bibêjin."
Herwiha got, “Li Tirkiyê êdî siyaset bêyî tifaqan nabe û got: “Ji ber wê jî em dixwazin hevpeymaniyeke Kurdistanî pêk were, bi taybetî di destpêkê de.
Siyaset li Tirkiyeyê bêyî tifaqan ne pêkan e
Kamaç têkildarî hilbijartinên herêmî yên di Adara 2024an de wê tifaqê pêk bînin an na û bi partiyan re hevdîtin pêk anîne yan na, Kamaç got, “Li Tirkiyeyê êdî bêyî tifaqê siyaset ne pêkan e. Ji ber vê yekê em dixwazin bi taybetî di destpêkê de tifaqeke Kurdistanî pêk were. Em ê bixebitin ku heta ku dibe bila bibe tifaqeke berfireh ava bikin. Di pêvajoyê de li ser vê mijarê hin nîqaş hatin kirin. "Li wir lihevhatinek çêbû ku hevpeymanek berfireh pêk bînin."
Wê bi CHPê re tifaq çêbibe?
Têkildarî mijarê ku wê di hilbijartinên herêmî de bi CHPê re tifaq çêbibe jî ev tişt gotin:
“Ger di serdema nû de tiştek bê avakirin, wê li gorî nêrîna gel be. Em ê li gorî hêvî û ramanên gel tevbigerin. Em ê li gorî pêşniyar û rexneyên raya giştî tevbigerin. Daxwaza gel û ya ku niha li ser maseya me ye, ew e ku li hemû parêzgehan bi namzetên xwe bikevin hilbijartinan. Rewşa me ya niha ev e, lê eger di heyama hilbijartinê de rewş çêbibin, emê binirxînin. Ji ber vê yekê em niha nikarin tiştekî zelal û teqez bibêjin.”
"Deriyê me ji hikûmetê re ji bo destûra bingehîn vekirî ye"
Kamaç da zanîn, ji bo muzakereyên makezagonê yên nû derî ji desthilatdariyê re vekirîne û got, “Li Tirkiyeyê her tişt mimkûn e. Me got em dikarin bi hikûmetê re biaxivin û danûstandinan bikin. Lê belê, ji bo vê bingehê divê bê avakirin. Rojeva Tirkiyeyê ne tenê hilbijartin e. Herwiha mijara destûr û destûra nû jî di rojevê de ye. Deriyê me ji bo nivîsandina destûreke nû û danûstandinên wê vekirî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin