Partiya Çep a Kesk, manîfestoya hilbijartinê eskere kir
PeyamaKurd- Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) di civîneke taybet a li Enqereyê de manîfestoya hilbijartinê eşkere kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber dosyeya girtina partiyê, bi Partiya Çep a Kesk re biryar da ku bikeve hilbijartinê.
Hevberdevkên Partiya Çep a Keskan, hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, gelek rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî bernameya li Enqereyê bûn.
Mîthat Sancar axaftina vekirinê kir û got, “Em li vê derê ne! Me li hember zilmê serî netewand, li hember zilmê çok neda, ev ji bo wan bû pirsgirêk, em bi vî awayî meşiyan, em li vê derê ne. Belê, em fêrî çêkirina rê li hember plan û hîleyên wan bûn.
Me komkirina kevneşopiya têkoşînê wekî mîrate girtiye. Me ev rê vekirin û em bi peyatî hatin vê derê. Em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li dijî polîtîkayên red û tunehesibandinê yên şer li vê derê ne. Em ji bo aştiyeke mezin li dijî kîn, buxd û dijminatiyê li vê derê ne.
Em ê bi hev re biguherînin! Em ji bo parastina jiyanê li dijî rûmeta mirinê li vê derê ne. Em ê bi hev re wê biguherînin. Desthilatdariya siyasî ya faşîst, bi desteserkirina heqîqetê û belavkirina derewan pêk tê. Em ji bo parastina heqîqetê li vê derê ne. Em bi hev re rêya heqîqetê bimeşin, bi hev re em ê biguherînin. Li dijî hemû zilmê, em bi hemû bindestan, îstîsmarkirin, dûrxistin, bi hemû baweriyan re li vê derê ne. Em ê bi hev re wê biguherînin.”
"Me tu carî dest jê berneda"
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan a ku piştî Mîthat Sancar hat ser dikê, bi kurdî silav da û got, "Îro em bi hev re hîmê serdemeke nû, rojên xweş ên tijî hêvî datînin.
Danezana me, bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê ye. Manîfestoya azadî, aştî, edalet û jiyana nû ye. Helbet heta roja îro em bi hêsanî nehatine. Hemû astengî, bendav, zext û komployên hatine meşandin derbas kirine. Em bi berxwedan û bihêzkirina têkoşîna xwe hatine van rojan.
Li hember hewildanên astengkirina siyaseta me, me her tim rêyên nû vekir, têkoşîna xwe xurt kir û pêş xist. Lê em bi ser ketin! Me gavên mezin havêtin! Me gelê xwe bê çare nehişt."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin