Partiya Çep a Kesk, li 12 bajaran li pês e
PeyamaKurd- Li gorî agahin hatin ragihandin, di hejmartina dengên ji bo parlamenteriyê de ku saet ji 20:35an pê ve ji % 30 hatine hejmartin, hat diyarkirin ku Partiya Çep a Kesk, li 12 bajaran derketiye pêş.
Li gorî ji % 30ê dengên ku di Hilbijartinên 14ê Gulanê yên Parlamenteriyê de hatin hejmartin, rêjeya dengên Partiya Çep a Kesk, ji % 8,49 e. Partiya Çep a Kesk di 12 parêzgehan de heta niha partiya yekemîn e.
Bajarên ku Partiya Çep a Kesk lê pêşengiyê dike, ev in:
Agirî: Ji % 55,66
Êlih: Ji % 58,62
Dêrsim: Ji % 47,50
Diyarbekir: Ji 63.89
Colemêrg: Ji 70,70
Îdir: Ji % 47,06
Qers: Ji 28.34
Mêrdîn: Ji % 63,99
Mûş: Ji % 58,04
Sêrt: Ji % 58,26
Şirnex: Ji % 63,17
Wan: Ji % 54,26

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin