PDK-Sê êrîsên rejîma Îranê bi daxuyaniyekê sermezar kir
PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) êrîşên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
PDK-S di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Pasdarên Îranê ve bi moşek û balafirên bê balafirvan di nav axa Herêma Kurdistanê de rastî êrîşan hat, hevdem bargeha Partiya "Komele" li gundê Zirgiwzê li Silêmaniyê û bargeha Partiya Azadiya Kurdistanê li devera Şêrawa li pirdê hatin armanckirin, û di encama wan êrîşan de derdorê 50 kesan şehîd û birîndar bûne.”
PDK-Sê da zanîn: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê van êrîşên berdewam li ser bargehên partiyên Kurdî di nav axa Herêma Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tehranê ya ku terora sîstematîk li hundir û derveyî Îranê bi rê ve dibe, şermezar dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin