PDKê li ser kiryara PKKê ya Singalê daxuyanî da: 'Êdî PDK vê qebûl nake, divê bên cezakirin'
PeyamaKurd - Komîteya bilind ya hilbijartinan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tundî li hember rêgirîkirina çekdarên PKKê li kandîdên PDKê li Şingalê nerazîbûn nîşan da û bang li hikûmeta Iraqê vê yekê çareser bike.
Doh 2yê Cotmehê dema namzedên hilbijartinê, kadro, berpirs û endamên PDKê dixwestin ji bo xebatên hilbijartinên giştî yên Iraqê derbasî devera Şingalê bibin, çekdarên PKKê rêya wan girtibûn û nehiştibûn derbas bibin.
Di daxuyaniya komîteya hilbijartinan a PDKê de hat gotin: “Mixabin hêzeke ne rewa û ne Iraqî dikare bi hêsanî pêşiya kandîdên PDKê bigire û nehêle jiyana xelkê devera Şingalê normal bibe.”
Komîteya hilbijartinan ya PDKê hikûmeta Iraqê bi xemsartiyê tohmetbar kir û diyar kir, bi rastî mirov şaş dimîne ji vê helwesta hikûmeta Iraqê.
Komîteya hilbijartinan ya PDKê bang li hikûmeta Iraqê û komîsyona hilbijartinan ya Iraqê jî kir ku demildest rêgiriyên PKKê û binpêkirinên wan li devera Şingalê û parêzgeha Neynewa bidin sekinandin û serpêçîkaran jî siza bidin û atmosfereke munasib ji bo xebatên hilbijartinan bixulqînin. Êdî PDK vê yekê qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin