Pentagon li ser xistina SIHA ya Tirkiyê ya li Rojava daxwuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon li ser babeta xistina balafira çekdar ya Tirkiyê (SİHA) li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku SİHA ji terefê balafirên Amerîkayê F-16an de hatiye xistin. Ragihandin ji terefê berdevkê Pentagonê tûxgeneral Patrick Ryder de hat kirin ku SIHA li bajarê Hesîçayê xistibûn.
Ryder ragihand ku wan SIHAyê weka dijminekî potansiyel diye, di çarçova bergiriya rewa de wê xistine, biryara xistina SIHAyê di çarçova zincîra fermandaran de hatiye dayîn û weha got:
“Fermandarên Amerîkî rewşê weka tehdîdê rave kirin. 500 metre nêzî seha ciyê ku hêzên Amerîkayê lê ne, bû.”
Li aliyê dinê piştî xistina SIHAyê wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û hemkarê wî yê Tirkiyê Yaşar Güler li ser mijarê axifîne.
Li ser mijara teqîna li Ankarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ragihandibû ku her du kesên teqînê kirine ji Rojava derbasî Tirkiyê bûne û perwerda leşkerî li Sûriyê li cem HSDê dîne.
Di mijarê de fermandarê hêzên Sûriya demokratik Mezlûm Ebdî û rêvebiriya xweser ragihandibûn ku ti têkiliya wan bi êrîşa Ankara re tine û her dû êrîşker ji Rojava neçûne Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin