Pentagonê, êrîsa ser baregeha Amerîkayê ya Erbîlê pistrast kir

27 October 2023 00:33 0 dîtin
Pentagonê, êrîsa ser baregeha Amerîkayê ya Erbîlê pistrast kir

PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku êrîşek çûye ser baregeha Amerîkayê ya Erbîlê û hedefa êrîşê neçûye serî. Rêxistina Berxwedanê ya Îslamî êrîşê girtiye ser xwe lê heya niha Iraq û Herêma Kurdistanê ti daxwuyanî nedane.

Rêxistina Îslamî ragihandiye ku îro ber destê êvarê bi İHAyan êrîş birine ser baregeha heweayî ya Amerîkayê ya li Erbîlê. Li ser êrîşê, berdevkê wezareta berevaniyê yê Pentagonê General Patrick Ryder, di civîna çapemeniyê de li ser êrîşê daxwuyanî da û got:

“Îro êrîşekî birin ser baregeha hewayî ya Erbîlê ku leşkerên Amerîkayê tê de ne lê bi ser neketin. Di êrîşê de kes nemiriye lê xesarên biçûk di baregehê de çêbûne. Em dizanin ku êrîşê grûbên mîlîs yên bi desteka Îranê kirine. Em Îranê ji wan grûban berpirs digrin.”

Rêxistina Îslamî di ser hesabê xwe yê Telegramê de negot bê êrîşê birine ser baregeha hewayî ya Erbîlê an ya Herîrê. Lê rêxisitn ragihand ku êrîşê biriye ser hêzên Amerîkayê yên li Erbîlê û êrîşê bi 2 İHAyên bombe hilgirtî kirine.

Rêxistin her weha piraniya êrîşên ser baregehên li Iraqê û Sûriyê yên Amerîkayê girtiye terefê xwe.