Pfizer û BionTech daxwaza bikaranîna derzîkirinê ji bo kesên 12 heya 15 salî kir
PeyamaKurd – Ji bo derziya vîrusa Korona li ser kesên 12 heya 15 salî bi kar bînin, kompaniyên Pfizer û BionTech daxwaza moleta bikaranînê pêşkêşî desthilatê tendirustiyê ya Amerîka kir.
Derziya Pfizer-BionTech li Amerîka ji bo wan kesên ser 16 salî re tê bikaranîn. Li gor kompaniyê, testên ku hatine kirin diyar kiriye bikaranîna derziyê bo wê çîna di navbera 12 û 15 salî de, ewle û selamet û bi bandor e.
Herwiha her yek ji kompaniyên Moderna û Johnson and Johnson jî, testan li ser kesên di navbera 12 û 18 salî de dikin û tê çaverêkirin, di demeke nêzîk de encamên xwe eşkere bikin.
Li gor pisporan, derzîkirina ciwan û zarokan, ji bo kontrolkirina vê pandemiyê û dirustkirina berevaniya komî geveke yekalîker e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin