‘Pistî destwerdana Qerebaxê ya Tirkiyê, wê Rûsya jî serê Idlibê gur bike’
PeyamaKurd – Rojnameya Şerq El-Ewsat a bi ser Erebistana Siûdî ve di nûçeyeke xwe de bal kişandiye ser destwerdana Tirkiyê ya Qefqasyayê û daye xuyakirin, rewşa li Qefqasyayê ango şerê Qerebaxê yê navbera Azerbaycan-Ermenistanê bandorê li rewşa Sûriyê jî dike.
Rojnameyê gotiye: "Rewşa li herêma başûrê Qefqasyayê, êdî bandorê li Sûriyê û nexasim li “herêma bêçek" a Idlibê dike. Balkêş bû ku doh wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di nirxandina xwe de, tevgerên dewleta Tirkiye yên li her du herêman bi hev ve girê dan.”
Rojnameyê diyar kiriye: "Li gorî raporên li Moskowê, fikarên Rûsyayê yên ji ber veguhestina çekdaran ji Sûriyê ber bi herêmên başûrê Qefqasyayê zêde dibin. Herwiha ji ber israra Tirkiyê li ser çareseriya leşkerî li Qerebaxê, dibe ku Moskow bi rêya gurkirina şerekî muhtemel li Idlibê, zextê bi awayekî yekser li Enqereyê bike."
Li aliyê din jî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê, ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Idlibê, hişyarî da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin