‘PKK hê jî di nav Singalê de ye û bi otomobîlên camres çûnûhatinê dikin’

17 December 2020 19:43 0 dîtin
‘PKK hê jî di nav Singalê de ye û bi otomobîlên camres çûnûhatinê dikin’

PeyamaKurd - Fermandareke Pêşmergeyê Kurdistanê Mîrza Xelef ragihand ku otomobîlên camreş û bê hejmar ên PKKê li Xanesor û Sinûnê û devera Şingalê berdewam hatûçûnê dikin û heta niha jî PKK nav Şingalê de ye.

Li gorî nûçeya BasNewsê Fermandarê fermandariya Şingalê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mîrza Xelef daye xuyakirin, heta niha PKK li devera Şingalê di çalakiyên xwe de berdewam e û hîn Şingal vala nekirine, tenê alên xwe anîne xwarê û cilûberg guhertine.

Xelef da zanîn, berdewam PKK bi otomobîlên camreş û bê hejmar li nehiye û wargehên ser bi Şingal û navenda qezayê hatûçûnê dikin.