Qedexeya çûnûhatinê li Singalê hat ragihandin

17 March 2022 11:58 0 dîtin
Qedexeya çûnûhatinê li Singalê hat ragihandin

PeyamaKurd Qedexeya çûnûhatinê ji aliyê Hikûmeta Iraqê li bajarê Şingalê yê Kurdistanê hat ragihandin.

Li gor Rêveberiya polîsê Şingalê û Fermandehiya Operasyonên Rojavayê Dîcle ku girêdayî artêşa Iraqê ye û li Şingalê bicîh bûye eşkere kiriye, êdî her şev ji saet 12:00an, heta saet 06:00an, çûnûhatin li nav Şingalê tê qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev rewş îro (17 Adarê) destpê dike û heta biryarek din berdewam dibe.

Zanyarî destnîşan dikin, qedexeya çûnûhatinê ji ber aloziya ewlehiyê ya devera Şingalê hatiye ragihandin ji ber ku li Şingalê tijî kom û çekdarên PKK û Heşda Şeibî ne û ji bo dewlet û hêzên biyanî kar dikin.