‘PKK ji Singalê derneketiye, cilên polîsê federalî li xwe kirine’

02 December 2020 17:02 0 dîtin
‘PKK ji Singalê derneketiye, cilên polîsê federalî li xwe kirine’

PeyamaKurd - Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax da xuyakirin ku heta niha baregeha mezin a polîsan li Şingalê radestî hêzên polîsên federal ên Iraqê nehatiye kirin û çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine.

Qadir Qaçax dibêje, PKK hewl dide Neteweyên Yekbûyî bixapîne û niha cilûbergên polîsên federalî li çekdarên xwe dike û çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine.

Qadir Qaçax ji BasNewsê re daye xuyakirin, ti niyeta PKKê tuneye ku ji Şingalê derkeve û bi tenê armanca wê ew e ku Neteweyên Yekbûyî bixapîne.  

Qaçax got: “PKK heta niha mezintirîn baregeha polîs a li navenda Şingalê radestî hêzên federalî yên Iraqê nekiriye. Niha ew çekdarên xelkê Şingalê yên ser bi PKKê li baregehên embî bi cî bûne û çekdarên PKKê yên ne xelkê Şingalê jî çûne ketine tunelên li ser çiyayên Şingalê.”

Berpirsê PDKê bal kişandiye ser wê yekê ku proseya cîbicîkirina xalên rêkeftinê pêwîstî bi çavdêriya herdu nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî heye û li gor zanyariyên wan çekdarên PKKê cilûbergên çekdarên Iraqê liberxwe kirine û hîn jî li nava bajar in.

Qaçax diyar kiriye li gor rêkeftinê divê PKK ji bajêr derkeve û heger PKK li bajêr bimîne wê metirsî berdewam bike penaber nikarin vegerin Şingalê.