‘PKKê gef li xwepêsanderên Çiyayê Singalê xwar’
PeyamaKurd – Kurdên Êzidî çend roj berê li Çiyayê Şingalê li dijî hebûna hêzên PKKê xwepêşandanek li dar xistibûn û daxwaz vekişîna wan ji herêmên xwe kiribûn.
Kurdên Êzidiyên Şingalê 26ê Tîrmehê li Çiyayê Şingalê bi hevkariya ‘Mala Êzidiyan’ ku berê alîgiriya PKKê dikir, xwepêşandanek li dar xistin ku nerazîbûna xwe ji hebûna wan hêzan re nîşan dabûn.
Çalakvanê Mala Êzidiya Sadûn Qolo ji K24ê re ragihandiye ku ji sala 2014an ve zilm û zordariya li gel xelkê Êzidî berdewam dike û niha jî ji ber vedana xendekên PKKê û tunelan, welatî nikarin vegerin ku PKK astengiyan ji wan re derdixe.
Soro behsa xweferzkirina PKKê li herêmê kiriye û li ser xwepêşandana dawî jî gotiye, “PKKê gef li kesên beşdarî xwepêşandanê bûne kiriye û ji wan re gotine, heger bê dubarekirin ew dê bên revandin. Herwiha ji aliyekî ve jî pere li xelkê belav dikin daku dengê xwe nekin.”
Sadûn Soro herwiha daye xuyakirin, “PKK guh nade ti kesî û hêzên iraqî yên li Şingalê jî daxwazên me nagihînin rêveberiya Bexdayê. Riha Şingal di bin kontrola milîsên piştevaniya PKKê dikin de ye û ew jî daxwazên me nagihînin hikûmeta Iraqê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin