PKKê li devera Sîdekanê êrîsî Pêsmergeyên Zehmetkêsên Kurdistan kir

04 July 2021 13:40 0 dîtin
PKKê li devera Sîdekanê êrîsî Pêsmergeyên Zehmetkêsên Kurdistan kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja 29ê Hezîranê li gundê Herdin ê nêzîk çiyayê Seqer ê herêma Sîdekanê, grûbeke çekdarên PKKê êrîşî Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kiriye ku ew Pêşmerge bi armanca perwerdê çûbûn zozanên wê deverê.

Li gorî nûçeya BasNewsê, roja 29ê Hezîranê Pêşmergeyên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê ku wek Komeleya Muhtedî têne nasîn û binkeyên wan li gundê Dostane ya sînorê Sîdekane ye, bi armanca perwerdê diçin zozanên gundê Herdin ê li pişt çiyayê Seqer.

Ew Pêşmerge ji aliyê çekdarên PKKê ve têne agahdar kirin ku divê heta demjimêr 05:00ê êvarê wê deverê vala bikin.

Piştre jî tengezarî û nîqaş di navbera wan de derdikeve û 29ê Hezîranê li demjimêr 05:30ê êvarê çekdarên PKKê bi çekên sivik û BKC û Qenas û RPG êrîşî wan Pêşmergeyan dikin û nîv saet şer û pevçûn di navbera wan de pêk tê.

Li gorî zanyariyan di wî şerî de ziyanên canî çênebûne, lê otomobîleke Komeleya Zehmetkêşan hatiye jinavbirin û piştre Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan dever vala kirine û vegeriyane binkeya xwe.