Polîs,vê hefteyê jî nehist Dayîkên Semiyê ragihandina çapemeniyê bikin

01 July 2023 20:33 0 dîtin
Polîs,vê hefteyê jî nehist Dayîkên Semiyê ragihandina çapemeniyê bikin

PeyamaKurd – Her roja Şemiyê li Îstenbolê li Meydana Galatasarayê ew malbatên ku zarokên wan wendane an kujerê zarokên wan heya niha nehatiye tesbîtkirin, dicivin, daxwuyaniya çapemeniyê didin. Lê vê carê jî polîs nehişt ku daxwuyaniya çapemeniyê bidin ku dike hefteya 953an.

Berê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê (AYM) biryarê dabû ku çalakî mafê Dayîkên Şemiyê ye lê rêvebiriya Îstenbolê îznê nade da daxuyaniya çapemeniyê bidin. 28 sale ku Dayîkên Şemiyê li Meydana Galatasarayê her roja Şemiyê dicivin.