Pompeo: Amerîka amade ye ceza bide rejîma Sûrî û pistgirên wê!
PeyamaKurd - Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku rêveberiya Amerîkayê amade ye cezayên aborî û dîplomasî li ser rêjîma Sûriyê û hemû welatên piştgiriya wê dikin bisepîne.
Mike Pmpeo got, “Operasyonên li Idlibê aramiya li herêmê û agirbesta li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2254 têk dibe.”
Pompeo destnîşan kir, “Amerîka van êrîşên bê bihane li ser welatiyên Bakur û Rojavayê Sûriyê şermezar dike û daxwaza rawestandina şer û vekirina rê li pêşiya rêxistinên alîkariyê dike.”
Koşka Spî jî ragihand, “Serokên Amerîka û Tirkiyê piştî pêwendiyeke telefonî, li hev kiriye ku divê şerê li Idlibê were rawestandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin