Pûtîn: Aboriya Rûsyayê gihîstiye îstiqrarê!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di demeke ku welatên Rojavayî dorpêçên tund ji ber şerê dagirkirina Ukraynayê bi ser Rûsyayê sepandine de, ragihand ku aboriya Rûsyayê bi awayekî îstiqrar bipêşve çûye.
Pûtîn berevajî daxuyaniyên lawazbûna aborîya Rûsyayê di civîna hikûmeta xwe de gotiye, “Zêdebûna enflasyonê rawestiyaye. Bihayîya heftane gihîştiye asta normal û êdî bihayên hin berheman jî kêm dibin.”
Herwiha Pûtîn bang li gelê rûsî kiriye ku nekevin fikaran û wê bihayî jî qedeme qedeme asayî bibe û îdia kiriye, niha nirxê rubleyê rûsî car din vegeriyaye nirxê beriya şerê Ukraynayê û aboriya Rûsyayê jî gihîştiye îstiqrarê.
Hêjayî gotinê ye, pisporên aboriyê yên cîhanê ji ber dorpêçên giran ên li ser Rûsyayê hatine sepandin, texmîn dikin ku aboriya Rûsyayê her ku biçe xirabtir bibe, lê Pûtîn hem ji dagirkirina Ukraynayê venagere hem jî dibêje, aboriya wan ber başiyê ve diçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin