Pûtîn: Ev pêvajo xirapbûna sîstema siyasî ya Amerîkayê nîsan dide

13 September 2023 09:32 0 dîtin
Pûtîn: Ev pêvajo xirapbûna sîstema siyasî ya Amerîkayê nîsan dide

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civîna sereke ya ku li Vladivostokê beşdarî Foruma Aborî ya Rojhilatê bû de behsa aboriya Rûsyayê û geşedanên cîhanî kir.

Pûtîn pêvajoya lêpirsîna li Amerîkayê li dijî Trump hat destpêkirin rexne kir û wiha got: “Her tiştê ku hat serê Trump, çewisandina rikberê siyasî ye. Ev yek li ber çavên raya giştî ya Amerîkayê û hemû cîhanê tê kirin. Bi dîtina min, tiştê ku îro li Amerîkayê diqewime ji bo me geşedanek baş e. Ev xirapbûna sîstema siyasî ya Amerîkî nîşan dide, ku mafê fêrkirina demokrasiyê bi kesên din re negirtiye."

Pûtîn bal kişand ser têkiliyên Rûsya û Ermenîstanê yên ku di van demên dawî de gelek alozî rû dane û destnîşan kir, ew bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re her tim di nava têkiliyê de ne û di navbera her du welatan de tu pirsgirêk tune.

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Pûtîn diyar kir, Ukrayna naxwaze bi Rûsyayê re muzakere destpê bike û wiha got: "Ez difikirim ku ew ê bi qasî ku ji destê wan tê zirarê bidin û ji bo bidawîkirina pevçûnan destpê bikin û çavkaniyên xwe nû bikin dema ku çavkaniyên wan nêz bibin."