Pûtîn ji bo krîza Idlibê Konseya Ewlekariya Rûsyayê civand
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser mijara pêşhatên dawî yên Sûriyê civîna Konseya Ewlekariyê li dar xist ku tê de bi berfirehî krîza Idlibê hat gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Kremlînê Pûtîn Konseya Ewlekariya Rûsyayê civand.
Hat ragihandin ku di civînê de rewşa Idlibê hatiye gotûbêjkirin û hat gotin: "Li ser zêdebûna rageşiya Idlibê ya bi sedema komên terorî, danûstandina bîr û ramanan hatiye kirin.”
Heriwah hatiya diyarkirin ku di civînê de herwiha li ser belavbûna vîrusa koronayê û bandora wê ya li ser aboriya gerdunî jî hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin