Pûtîn referandûma ku heta 2036an wî li ser kar bihêle pesend kir

03 July 2020 20:09 0 dîtin
Pûtîn referandûma ku heta 2036an wî li ser kar bihêle pesend kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, biryarnameya encamên referandûma ku guhertina hejmarek yasayan dike û rê dide heta 2036an li ser kar bimîne, îro ji bo bikeve meriyetê îmze kir.

Koşka Kremlînê ragihand ku encamên referandûmê sibe 4ê Tîrmehê dikevin pratîkê.

Pûtîn jî di civîna ligel endamên xebata destûrê de, da xuyakirin, 'ev biryareke girîng e û me digel gel ew biryar standiye' û ji bo serkeftina referandûmê spasiya gelê rûsî kir.