Referandûma ku Pûtîn heta 2036an li ser kar bihêle bi ser ket
PeyamaKurd – Li Rûsyayê referandûma ji bo guhertina hin yasayan û dirêjkirina dema kandîdbûna seroktiyê ku 25ê Hezîranê destpê kiribû sibe 1ê Tîrmehê encam dide. Lê belê li gorî encamên dengên heta niha hatine dayîn, referandûm bi ser ketiye.
Li gorî encamên referandûma ku li nav Rûsyayê bi xwe jî rastî nerazîbûna aliyên dijberên Pûtîn hatibû, ji sedî 76ê beşdarên referandûmê biryara guhertina yasayan pejirand.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku ev 20 sal in bênavber li ser kar e, bi encamên vê referandûmê re wê bikaribe heta sala 2036an li ser kar bimîne û ji nû ve xwe kandîd bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin