Pûtîn rubleyê rûsî ji bo firotina gazê ferz kir, Almanya û Fransayê ew biryar red kirin

31 March 2022 20:16 0 dîtin
Pûtîn rubleyê rûsî ji bo firotina gazê ferz kir, Almanya û Fransayê ew biryar red kirin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî dorpêçên welatên Ewropayê biryar da ku yên bi Rubleyê Rûsî perê gazê nedin, girebestên wan betal bikin. Li aliyê din Fransa û Almanyayê jî ew biryara Pûtîn red kirin.

Pûtîn biryarnameya derbarê bi Rubleyê kirîna gaza rûsî de, îmze kir û got, yên bi Rubleyê perê gazê nedin wê girebestên wan bêne betalkirin.

Pûtîn li ser mijarê da xuyakirin: "Hawirdekarên gaza Rûsyayê ji 1ê Nîsanê pê de neçarin li bankeyên Rûsya hesabê ruble vekin. Heger pereyê gazê bi ruble neyê dayîn, wê girêbestên wan welatên gazê dikirin bên hilawistin. Dorpêçên ku pêşiya mezinbûna Rûsyayê bigirin berê hatibûn amadekirin. Welatên Rojava wê behaneyên xwe yên bo dorpêçên nû dewam bikin.”

Li aliyê din ajansa IFAX a rûsî jî ragihandiye ku Pûtîn ferman daye, aliyên gaza siruştî dikirin hesabên xwe li banka Gazprombankê vekin.

Piştî daxuyaniyên Pûtîn rêveberiyên Almanya û Fransayê bi rubleyê rûsî dayîna pereyê gaza siruştî red kirin û ragihandin, ew biryar tê wateya binpêkirina girêbestên hatine kirin.