Qedexeya li Mêrdînê 15 rojên din hat dirêjkirin

04 October 2021 16:34 0 dîtin
Qedexeya li Mêrdînê 15 rojên din hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Parêzgariya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku qedexeya çalakiyan a bi berdewamî dihat dirêjkirin careke din ji bo 15 rojan dirêj kir.

Di daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê de hatiye ragihandin, qedexeya çalakiyan ji îro Duşemê 4ê Îlonê ve destpê dike û heta dawiya 18ê Îlonê berdewam dike.

Hat diyarkirin ku hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevanî, kombûn, vedana çadiran, kampanyayên îmzeyan, pêkanîna rapirsiyan, danîna standan, girevên birçîbûnê, belavkirina boruşûran, daliqandina afîşan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê; “rêgirtina li ber zêde belavûna vîrusa koronayê”, “rêgirtina li çalakiyên YDGH û baskê wê yê çekdar YPS”, “parastina aramiya civakê” û “rêgirîkirina encamdana tawanan” wekî sedema ragihandina qedexeyê diyar kir.