Qralîçe Elizabeth II. wezîfa avakirina hukumetê da Trussê

06 September 2022 23:00 0 dîtin
Qralîçe Elizabeth II. wezîfa avakirina hukumetê da Trussê

PeyamaKurd – Qralîçe Elizabeth a II em wezîfa avakirina hukumetê da Liz Truss. Piştî îstîfa serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson Truss bû seroka Partiya Muhafazakar. Qralîçe Elizabeth tatîla xwe ya havînê li malikaneya xwe ya li Îskoçyayê derbas dikir. Liz Truss çû seredana Qralîçe û ji bo avakirina hukumeta nû wezîfê ji qralîçe sitend.

Niha Liz Truss bi fermî serokwezîra Îngîltere ye. Ji ber wê jî baregeha serokwezîrtiyê ya Îngîltere ya jimare 10 hesabê Twitterê guhert û cîh da navê Liz Truss. Truss piştî axaftina bi qralîçe re dageriya Londrayê û axaftina xwe ya ewilî kir.

Truss behsa pêdiviya çareseriya krîza enerjiyê û aboriyê kir û got ku niha wext wexta çareseriya pirsgirêkaye. Serokwezîra got ku piştî pandemiya Covid-19 ê û şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bernama wê ya geşepêdanê heye. Truss got ku divê alîkariya malbatan bikin û barê ser milên malbatan sivik bikin. Çare veberhênane. Ji bo afirandina kar ji bo xebatkaran divê destekê bide karsazan. Liz Truss hinek serikên karên ku wê bike di axaftina xwe de ragihand:

-Kêmkirina bacê

-Mezinkirina aboriyê di rêya reforman de

-Krîza enerjiyê û mijarên tenduristiyê

Serokwezîra Liz Truss her weha behsa rola serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kir û keda wî bilind nirxand.