Wezîfa avakirina hukumetê da Muhemmed Tewfîq Allawî

01 February 2020 21:39 0 dîtin
Wezîfa avakirina hukumetê da Muhemmed Tewfîq Allawî

PeyamaKurd- Serokkomarê Iraqê Berhem Salih wezîfa avakirina hukumeta nû ya Iraqê da wezîrê ragihandinê yê berê Muhammed Tewfîq Allawî. Allawî wezîfedarkirina xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand. Allawî bo xwepêşandêran jî weha got:

“Heya kujerên xwepêşandêran ceza bikin, li dijî gendeliyê heya biserbikevin, heya aborî rast bibe û hilbijartina pêşwext çêbibe, xwepêşandanên xwe dewam bikin. Eger grûbên siyasî bo kabîneyê namzedên xwe li ser me bidin ferzkirin, ez ê dest ji vê avakirina hukumetê berdim û bi we re parve bikim. Hun bo weten derketin kuçe û kolanan û eger ez daxwazên neynim cîh, ev tê vateya ku ez vê wezîfê heq nakim.”

Divê Allawî di nava mehekî de hukumetê ava bike.