Qubad Talabanî: Parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê xeta sor e
PeyamaKurd – Derbarê êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, daxuyaniyek belav kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî da zanîn, “Mixabin şeva borî êrîş li ser Hewlêra Paytext hatiye kirin û hejmarek qurbanî jê çê bûne.”
Herwiha destnîşan kir, parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê xeta sor e û ji ti kes û ti alî ve nayê qebûlkirin, wê bixe metirsiyê.
Qubad Talebanî dibêje: “Ev êrîş, zengileke hişyarîyê ye, da ku em hemû yekrêz û yekdeng bin di rûbirûbûna metirsîyan de. Herwiha ev bûyer û pêşhatên han jî nîşan didin ku divê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hevkariyê bikin, da ku valahiya ewlehiyê li navçeyên cihên nakokiyên ne dagirin.’’
Herwiha bang li civaka navdewletî û welatên hevalbend dike ku van metirsiyan bi cidî werbigirin û alîkariyê bikin da ku terorê ji holê rakin û komên deryasayî ceza bikin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin