Rêber Ehmed: Iraq ji bo koçber û penaberan erka xwe bicih nayîne!
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdarî merasîma navendeke Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bû ku tê çaverêkirin ev navend xizmetê pêşkêşî zêdetirî 100 hezar penaberên li parêzgeha Hewlêrê bike.
Rêber Ehmed ragihand, hikûmeta Iraqê her çiqas xwedî budçeyeke mezin e jî di pêşkêşkirina alîkariyên ji bo koçber û penaberan de, erka xwe bicih nayîne.
Wezîrê Navxwe got ku ji sedî 50yê penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê dimînin û wiha axivî: “Mixabin heta niha rewş asayî nebûye û tedbîr jî wek pêwîst nînin da ku koçberên li Herêma Kurdistanê bi dilê xwe vegerin deverên xwe.”
Rêbar Ehmed ji civaka navdewletî jî xwest ku erkê alîkariya koçberan ji hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re nehêlin û alîkariyê bidin.
Wezîrê Navxwe herwiha got ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi awayekî berpirsiyarane serederiyê bi penaberên Herêma Kurdistanê re nake û her çiqa Iraq welatekî dewlemend û xwedî bûdçeya mezin e jî mixabin di warê penaberan de erkê xwe bi cih nayîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin