Rêjeya herî zêde ya miriyan li Almanyayê hat tomarkirin
PeyamaKurd – Li Almanyayê ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha rêjeya herî zêde ya miriyan hat tomarkirin. Di 24 saetên dawî de 962 kesên din can dan.
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya Almanyayê, di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 740 kes li Almanya bi Koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara pêketiyan bi tevahî gihîşt milyonek û 554 hezar û 920 kesan.
Di 24 saetên dawîn de 962 kesên din ji ber vîrusê mirin û hejmara miriyan bi tevahî gihîşt 27 hezar û 968an. Bi hejmara dawî ya miriyan, ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha rêjeya herî zêde hat tomarkirin.
Li gorî agahiyan, ji ber hejmara zêde ya miriyan, cenaze tên şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin