Rejîma Îranê 5 Kurdên din îdam kirin!

16 May 2024 12:02 0 dîtin
Rejîma Îranê 5 Kurdên din îdam kirin!

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Hengaw îro ragihand ku Îranê 5 Kurdên din îdam kirine.

Li gorî daxuyaniya giştî ya Hengaw, îro li girtîgeha Qoserê ya bajarê Kerecê 3 Kurd hatin bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine bidarvekirin Mihemed Kerîm Gerawend û Sîrûs Heyatbînî xelkê bajarê Koyeştê û Mihemed Riza Rehîmpûr ji xelkê bajarê Nûrawa ne.

Herwiha hat ragihandin kesên ku hatin înfazkirin bi îdiaya "bazirganiya tiryakê" hatin girtin û cezayê îdamê li wan hat birîn.

Rêxistinê herwiha eşkere kir ku 2 welatiyên din ên Kurd li girtîgeha Îlamê de hatine bidarvekirin.

Hat ragihandin ku roja Sêşemê Reza Xulam Huseynî yê 21 salî û Ferox Xan Mihemedî 60 salî hatin îdamkirin.

Hat diyarkirin ku Reza Xulam Huseynî 4 sal berê û Ferox Xan Mihemedî jî 14 sal berê bi sûcdariya “kuştina bi qest” cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Hengaw îro ragihand ku Kosraw Beşaret xelkê Mehabadê ku 15 sal bû li bajarê Kerecê di zindanê de bû, hat îdamkirin.