Rejîma Îranê ciwanê Kurd bi skenceyê kust
PeyamaKurd - Ciwanê Kurd ê bi navê Êman Hesenwend ku nêzî 4 mehan di girtîgehên rejîma Îranê de dihat skencekirin jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku ciwanê Kurd ê bi navê Êman Hesenwend (30) ê ji parêzgeha Loristanê ya Rojhelatê Kurdistanê ku nêzîkî 4 mehan e di girtîgehên rejîma Îranê de bû, jiyana xwe ji dest daye.
Jêderên ji Rojhelatê Kurdistanê ragihandin ku Hesenwend piştî skenceya 114 rojan a hêzên rejîma Îranê, canê xwe ji dest daye.
Hate diyarkirin ku berpirsên rejîma Îranê, ji malbata Hesenwend re ragihandine ku lawê wan miriye û gef li malbatê xwarine ku mirina lawê xwe ji medyayê re aşkere nekin.
Ciwanê Kurd Îman Hesenwend di serdegirtina hêzên rejîmê ya mala xwe de birîndar bibû û di heman serdegirtinê de ciwanekî din rastî gulebarana hêzên rejîma Îranê hatibû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin