Rejîma Îranê ciwanê Kurd Seywan Sehîhî kust
PeyamaKurd - Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Rojhelatê Kurdistanê Baneyê ciwanê kolber Seywan Sehîhî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Sahihî jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku kolberê Kurd Seywan Sehîhî yê 20 salî, şeva borî li bajarê Bane yê nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê rastî gulebarana hêzên rejîma Îranê hatiye
Hengawê da zanîn ku Seywan Sehîhî ku ji gundê Balaka yê Baneyê ye, di encama gulebaranê de canê xwe ji dest daye û meytê wî îro danê sibê ji nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî re hatiye arastekirin û radestî malbata wî hatiye kirin.
Li gor daneyên Hengawê, di 2023yan de li Kurdistanê herî kêm 22 kolber hatine kuştin û ji 116an bêtir kolber jî hatine birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin