Rektorê Artûklûyê: Besa Kurdî nehatiye girtin, dikeve bin banê YOKê

15 August 2019 20:20 0 dîtin
Rektorê Artûklûyê: Besa Kurdî nehatiye girtin, dikeve bin banê YOKê

PeyamaKurd – Li ser biryara Senatoya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê ya girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ku beşa Kurdî jî tê de ye, rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakçay diyar kir ku beşa Kurdî nayê girtin, lê li ser daxwaza Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) dikeve bin banê YOKê.

Li gorî nûçeya Bianetê rektorê Artûklûyê wiha gotiye: “Biryara girtinê nîne. Di encama programa nû ya YOKê de ne tenê li ba me, li hemû zanîngehên li Tirkiyeyê, em sê zanîngeh in ku Zimanên Zindî tê de heye. Lê 114 zanîngehên dewletê hene, ya kêm 80 zanîngehên weqfan hene. Li 215 zanîngehên dewlet û weqfan heman tişt tê kirin. Di bin banekî de tên komkirin. Navê wê jî dê bibe Enstîtuya Hînkirin û Perwerdeyê ya Lîsansa Bilind. Saziyeke wiha ye ku wê lîsansa bilind û doktora lê bê kirin. Ziman û Çanda Kurdî, Ziman û Çanda Erebî, Ziman û Çanda Suryanî wê di nava wê de be.”

Agirakçay herwiha ragihandiye ku ji ber îdiayên nerast ew dê sibe dozê li wan dezgehên medyayî yên ew nûçeya girtinê belav kirine veke.

Akademîsyen û nivîskarê Kurd Selîm Temo ku bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hatiye xistin, dengana senatoya Zanîngeha Artûklûyê ya bi 17 dengên endamên senatoyê biryardana girtina Enstîtuya Zimanên Zindî li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiribû û piştre jî gelek malper û ajansên nûçeyî yên Kurdî û Tirkî ev biryara girtina beşa Kurdî belav kiribûn.