Rêveberiya Amerîkayê serdan û hevdîtina li Rojavayê Kurdistanê bi fermî ragihand
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 17ê Gulanê bi fermî eşkere kir ku şandeke pilebilind ji wê wezaretê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi berpirsên payebilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û hejmarek rayedarên din ên herêmê re hevdîtin kirine.
Şanda Amerîkayê beriya derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû û rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiribû.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke fermî ragihand, şanda pilebilind roja 16ê Gulanê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye ku ji Cîgirê Alîkarê Wezîr Joey Hood, Cîgirê Alîkarê Wezîr û Nûnerê Taybet ê bo karûbarên Sûrîyê Aimee Cutrona, Cîgirê Nûnerê Sûrîyê David Brownstein û Dîrektorê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Spî bo karûbarên Iraq û Sûrîyê Zehra Bell pêk hatiye.
Malpera Wezarete Derve ya Amerîkayê ragihand, şanda Amerîkayê ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk, Encûmena Sûriya Demokratîk, endamên encûmena rêzê û serokên eşîrên Reqayê, hempîşeyên leşkerî yên hêzên hevpeymaniyê û aktorên mirovî çûne bakurê rojhilatê Sûriyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cîgirê Sekreterê Amerîkî tekezî li ser pabendiya Amerîkî bi hevkarî û hevahengiya di Hevbendiya têkbirina DAIŞê de, domandina aramiyê li bakurê rojhilata Sûriyê û gihandina alîkariya aramkirinê bo deverên rizgarkirî, ji bo misogerkirina têkbirina DAIŞê de berdewam be.
Cîgirê SekreterJoey Hood tekezî li ser pabendiya Dewletên Yekbûyî kir ku piştgiriyê bide hemû hewldanên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê.
Hood destnîşan kir, wê Amerîka ji bo alîkariya mirovî pêşengiyê bike û ji bo destûra derbaskirina alîkariyan li ser sînoran xebata xwe bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin