Rêveberiya Rojava: Ji bo 'Herêma Ewle' gavên destpêkê yên sê alî hatin avêtin

27 August 2019 14:53 0 dîtin
Rêveberiya Rojava: Ji bo 'Herêma Ewle' gavên destpêkê yên sê alî hatin avêtin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî (Rojava) pêkanîna pêvajoya yekemîn a lihevkirina sêalî (Amerîka, Tirkiye, Rojava) ya derbarê Herêma Parastina Sînor de ragihand. 

Bûroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser behsa lihevkirina sêalî ya navbera HSD, Amerîka û Tirkiyê ya li ser Makenîzmaya Ewlehiyê ‘Herêma Parastina Sînor’ ku 7 Tebaxê pêk hatibû kir û wiha got:

“Gavên despêkê di 24ê mehê de li Serê Kaniyê dest pê kirin, mewzî hatin rakirin, komeke ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevî çekên giran paşve kişiyan û noqteyên sînor radestî meclîsa leşkerî ya heremê kirin.”

Bûroya Parastinê diyar kir ku “26ê mehê jî heman gav li Kantona Girê Spî jî pêk hatin” û got,

“Rêbazên ku me pêkanîn, cidiyeta me li hember lihevkirinên hatine kirin teqez dike, herwiha dilsoziya me di çareserkirina hemû aloziyan de bi riya diyalogên aştiyane bi dewletên cîran re nîşan dide.”