AFP | Rêveberiya Rojava ji lihevkirina Amerîka-Tirkiyê ya bo 'Herêma Ewle' kêfxwes e!

08 August 2019 15:49 0 dîtin
AFP | Rêveberiya Rojava ji lihevkirina Amerîka-Tirkiyê ya bo 'Herêma Ewle' kêfxwes e!

PeyamaKurd – Ajansa France Press (AFP) li ser lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê ya bo ‘herêma ewle’ li bakurê Sûriyê û damezirandina ‘Odeya Hevbeş a Operasyonan’ bi rêveberê TEV-DEMê Aldar Xelîl re axivî û ragihand ku ew vê pêngavê bi kêfxweşî pêşwazî dikin, lê dibêjin, hîn hurgiliyên wê lihevkirinê nezelal in.

Aldar Xelîl ji AFPê re gotiye, dibe ku ev rêkeftin bibe sedema nêzîkatî û destpêkeke nû û diyar kir ku niha pêdiviya wan bi bêhtir agahiyan heye.

Xelîl gotiye: “Êmê lihevkirinê ne li gorî sernavên wê, li gorî hurgiliyan û rastiya binirxînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh piştî hevdîtinên sê rojan ên rayedarên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê hat ragihandin ku ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê li ser çend xalan li hev kirine. Li gor wê lihevkirinê, Odeya Operasyonên Hevbeş tê damezirandin, lê derbarê kûrahî û awayê herêma ewle ya tê plankirin de ti hurgilî nehatibûn belavkirin.