Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 7 wefat, 451 pêketinên nû
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 451 kesên din bi koronayê ketin û 7 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniya rewşa dawî ya vîrusa koronayê ya îro 21ê Adarê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 451 kes bi koronayê ketine û 7 kesan jî wefat kiriye.
Wezaretê herwiha diyar kir ku 162 nexweşên koronayê di 24 saetên dawî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 115 hezar û 661 kesan, ya mirinan bû 3 hezar 598 kes û heta niha 106 hezar û 839 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin