Rêxistinên Brîtanî: Li Zahîdana Îranê, bi dehan kes hatine kustin

09 October 2022 19:00 0 dîtin
Rêxistinên Brîtanî: Li Zahîdana Îranê, bi dehan kes hatine kustin

PeyamaKurd- Rêxistina Aktivîstên Beluçê ya bi navenda xwe li Brîtanyayê ye, bi rêya raportekê hejmara kesên ku ji 30ê Îlonê ve li bajarê Zahîdanê yê Îranê di bûyeran de hatine kuştin, ragihand. Li gorî raportê, li Zahîdanê bi dehan kes hatine kuştin.

Li eyaleta Sistan û Beluçîstanê ya bajarê Zahîdanê yê Îranê, di bûyerên ku ji 30ê Îlonê ve dewam dikin de hat ragihandin ku hejmara kuştiyan her ku diçe, zêdetir dibe. Rêxistina Aktivîstên Beluçê jî bi rêya raportekî eşkere kir ku ji wê dîrokê û bi vir ve li Zahîdanê 95 kes hatine kuştin.

Di raporta ku ji ser hesabê medayaya civakî ya fermî ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku piştî di 30ê Îlonê de di dema dawiya nimêja înê de xwepêşandan hatibûn kirin û hêzên emnî jî bi ser xwepêşandêran ve gule barandibûn de hejmara kesên ku hatine kuştin 95 e û hejmara birîndaran jî gihîştiye 300î.

Di raportê de hat diyarkirin ku di nav van kesên ku hatine kuştin de zarokên 12 û 17 salî jî hene û lîsteya ku navên van kesan tê de cih digirtin jî hat parvekirin.