Rojava | ENKSê revandina rojnamevanan sermezar kir û bang li Amerîkayê kir

06 February 2022 17:38 0 dîtin
Rojava | ENKSê revandina rojnamevanan sermezar kir û bang li Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser revandina rojnamevanan ji aliyê çekdarên girêdayî PYDê ve daxuyanî da û ew kiryar şermezar kirin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê li ser astengkirina karê rojnamevan û medyakaran li Rojavayê Kurdistanê û revandina wan daxuyanî da û da xuyakirin ku şeva borî komeke çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) avêtine ser mala rojnamevan û peyamnêrê Yekîtî Media Bawar Mela Ehmed û ew ber bi cihekî nediyar ve birine.

ENKSê herwiha revandina rojnamevanekî din jî eşkere kir û got, şeva borî jî heman çekdaran avêtin ser mala rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî û telefona wî desteser kirin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

ENKS di daxuyaniyê de kiryarên revandinê û astengkirina karê medyayê şermezar kir û got: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê di vê demê de ji aliyê vê rêveberiyê û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye ku armanca wê bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê got, PYD bi siyaseta xwe, herêmê bi giştî ber bi metirsiyên mezin dibe û siyaseta wê ji bilî wêranî, karesatan û koçberkirinê ti tiştek nedaye gel.

ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike jî kir ku dawî li van binpêkirinan bîne, hemû rojnamevan û medyakar bêne berdan û rê li  ber saziyên medyayê bê vekirin daku bi azadî karê xwe bikin.