Rojava | Jeffrey: Li sûna leskerên Amerîkî em dixwazin hêzeke Almanyayê were bicihkirin

07 July 2019 13:14 0 dîtin
Rojava | Jeffrey: Li sûna leskerên Amerîkî em dixwazin hêzeke Almanyayê were bicihkirin

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey, ji welat Almanya daxwaz kir ku hêzeke leşkerî bişînin Sûriyê bo piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Jeffrey da zanîn ku Almanyayê bi awayekî çalak di têkoşîna dijî DAIŞê de rol wergirtiye, lê ew piştgiriyeke zêdetir a leşkerî hêvî dikin û got, "Em dixwazin Almanya li şûna beşek leşkerên me hêzekê bicih bike.”

James Jeffrey ji rojnameya "Welt am Sonntag" re diyar kir ku divê desteka Almanyayê ya ji bo planê ne tenê bi balafirên Tornado be û wiha axivî: 

"Divê Almanya yekîneyên xwe bişîne bakurê Sûriyeyê û ji perwerde, lojîstîk û pêwîstiyên teknîkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bibin alîkar. Li şûna beşek ji leşkerên me yên li wê herêmê em dixwazin hêza bejahî ya Almanya li herêmê bê bicihkirin."

Jeffrey da xuyakirin ku li Sûriyê li kêleka hêzên herêmî (HSD) pêdivî bi alîkarî, rahênan û lojîstîka hêzeke navnetewî heye.

Jeffrey ji bo wê hêza leşkerî ku ji Almanyayê dixwaze dibêje, divê ew hêz xwedî kêrhatina şer be jî û çekên giran piştevanê hêzên herêmî (HSD) yên Sûriyê be.