Rojava | Ji HSDê daxuyaniya serê dawî...
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku operasyona ser herêma dawî ya DAIŞê doh destpê kiriye û şerekî dijwar diqewime.
Hat ragihandin ku operasyona rizgarkirina navçeya Baxozê ji destê DAIŞê berdewam dike û bi dehan terorîst li dorûbera du gundan hatine dorpêçandin.
Berdevkê HSDê yê çapemeniyê Musfata balî ji Associated Press (AP)re ragihandiye ku li Baxozê şerede dijwar diqewime û DAIŞ bi milîtanên xwe yên xwedî tecrube parastinê dike.
Balî herwiha got ku ew hêvî dikin operasyon di demeke herî kurt de were temamkirin, lê derbarê tarîxê te ti agahiyek neda.
Ji aliyê din jî tê ragihandin ku HSDê li dorûbera Baxozê qade bi qasî du kîlometran ji teroristan paqij kiriye û bi kontrolkirina gundê dawê re ti herêmeke jêr kontrola DAIŞê namîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin