Rojava | Sehîdên serhildana 12ê Adara 2004an hatin bibîranîn
PeyamaKurd - Di 20emîn salvegera serîhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê de, qurbaniyên rejîma Esed li goristanên şehîdan hatin bibîranîn.
Xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi ala Kurdistanê ber bi goristanên şehîdên 12ê Adarê ve meşiyan û ew kesên bi destê rejîma Esed hatibûn qetilkirin hatin yadkirin. Siyasetmedarên Kurd dibêjin Serhildana 12ê Adarê li dijî zilma rejîma Beis bû û rejîma Sûriyeyê nekariye Kurdan bêdeng bike.
12ê Adara 2004an zêdetirî 30 xortên Kurd li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi destê hêzên rejîma Sûriyeyê hatibûn şehîdkirin û bi hezaran kurd jî hatibûn girtin. Serhildana 12ê Adarê wekî bingeha şoreşa Sûriyeyê ya 2011an dest pê kiriye tê nîşandan ku Kurd yekem netewe bû li hember rejîma dîktatorî serî hildabû.
Destpêka serhildana 2004an
Di 12ê adara 2004an de li Qamişloyê di dema maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de, cemawerê tîma Fitiwê sivikayetî bi ala û kesayetên Kurdistanê kirin û bi dar û kêran êrîşî endamên Tîma Cîhad a Kurd kirin. Li şûna ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê rewşê kontrol bikin, rewş aloztir kirin û bi fermana Parêzgarê Hesekê yê wê demê, hêzên ewlehiyê hejmarek ji ciwanên Kurd şehîd û birîndar kirin. Piştî wê bûyerê jî li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanû Kurdan serî hilda û rastî êrîşên tund ên rejîmê hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin