"Rojhilatê Behra Sipî bo Amerîkayê ciyekî stratejîk e”
PeyamaKurd- Cîgirê musteşarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Matthew Palmer ragihand ku rojhilatê Behra Sipî bo Amerîkayê ciyekî stratejîke û weha dewam kir:
“Rojhilatê Behra Sipî devereka ku mafên stratejîk yên Amerîkayê lê heye û hevkarên Amerîkayê lê hene. Di vê herêmê de kaniyên nû yên hîdrokarbonan hene û ji aliyê kaniyên enerjiyê de her diçe girîngiya wê bo me zêdetir dibe.”
Pelmer berê di navbera salên 2003-2006an de li Lefkoşeyê di balyozxaneya Amerîkayê de dixebitî. Lewra mijara Kibrisê xweş dizane. Palmer balê kişand ser asayîşa Amerîkayê ya netewî û got ku hevkariya wan bi Yûnanistanê, Îsraîl û Kibrisa Rûman re heye. Palmer, Tirkên Kibrisê weka dost û Tirkiyê di herêmê de weka hevkar navand.
Palmer got ku di herêmê de 10 keştiyên şer yên Amerîkayê hene,130 balafirên şer û 9 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Divê hemû enerjiyên herêmê di navbera civakan de bi awayeka wekhev bên parvekirin û berya wê divê problem bên çareserkirin. Palmer di mijara sondajên Tirkiyê yên behra Sipî de rexne li Tirkiyê kir û got divê ew xebata sondajan bide rawestandin.
Palmer got ku ew di Kibrisê de dewleteka du civakî û federal bo Kibrisê dixwazin. Eger ev çareser bibe wê pêşî li çareseriya arîşeyên dinan vebe û derman bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin