Rûsya: Çekdarên girêdayî Tirkiyê ji ser rêya M4 vekisiyan
PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve yên opozîsyona Sûriyê, ji ser rêya M4 a navebera Heseke û Helebê vekişîyane.
Di daxuyaniya wezareta rûsî de hatiye gotin, Tirkiye û Rûsya proseyeke hevpşik li ser rêya M4 di navbera Heleb û Hesekeyê de pêk anîne û ew prose ji Eyîn Îsa destpê dike û digihe heta bajarokê Tel Temirê.
Wezareta Rûsî got ku leşkerên Rûsya û Tirkiyê rêbertiya vekişandina komên çekdar ji ser M4ê kirine û cihên ku xalên hevbeş bi Tirkiyê re deynin jî destnîşan kirine.
Herwiha hatiye ragihandin ku îstasyona elektrîkê ya Mebrûkê ku Tirkiyê kiribû bingeha leşkerî jî ji nû ve hatiye xebitandin û elektrîk bo Serê Kaniyê û Girê Spî tê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin