Rûsya: Ji bo Komîteya Destûra Sûriyê 6 nûnerên nediyarkirî mane
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin piştî civîna girtî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser mijara Sûriyê daxuyanî dan.
Verşinîn li ser amadekariyên komîteya destûra nû ya Sûriyê got ku navên 6 nûnerên komîteya destûrê yên hîn nehatine diyarkirin mane û diyar kir, “Ez xweşbîn im. Pêwîste em demildest vê saziyê aktîf bikin daku gelê Sûriyê çarenivîsa xwe diyar bike.”
Verşinîn da zanîn ku navê 6 nûnerên rêxistinên sivîl di komîteya destûrê de hîn diyar nebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin